Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî li Davos Çav bi Wezîra Berevaniya Almaniya Dikeve


Masoud Barzani Serokê Herêma Kurdistanê - Davos
Masoud Barzani Serokê Herêma Kurdistanê - Davos

Serokê Herêma Kurdistanê Masoud Barzanî roja Çarşemê di çarçeva civînên li yaneya Davos ya ekonomiya navnetewî li welatê Swîsre, li gel wezîra berevaniya Almaniya Ursula von der Leyen hatin ba hev.

Barzanî di çavpêketinê de behsê hevkarî û alîkariya du alî kir ya di navbera Herêma Kurdistana Îraqê û welatê Almaniya de, Barzanî piştî dîtina bi Ursula von der Leyen re bal kişande ser "têkiliyên bihêz", yên di navbera Îdara herêma Kurdistanê û dewleta Alman de heyîn, bi taybet "derbarî encamên baş yên ku di şerê li dij terorê de bidest xistine".

Barzanî jibo beşdariya di yaneya Davos ya ekonomiya navnetewî bi seredanekê li Swîsre ye, di çarçeva civînên Davos de, Barzanî heta niha li gel gelek berpirsên cîhanî û dîplomasiyan civîn pêk anîne, doh li Davos Barzanî li gel Joe Biden cîgirê serokê Amerîka civiya bû.

Biden roja Çarşemê li Davos banga "dest bi karkirinê ", li Ewrupa û Amerîka kir, da ku, berevaniyê ji systema Cîhanê ya Azad bikin.

Barzanî li Davos Çav bi Wezîra Berevanî ya Almanya Dikeve
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:34 0:00

Barzanî û Ursula von der Leyen, wezîra berevaniya Almaniya, li Davos

XS
SM
MD
LG