Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Kûba û Meksîk Rêkeftinên Deryayî Îmze Dikin


Amerîka û Kûba rêkeftinek îmze kirin li dor sînorên deryayî li aliyê rojhilata kendava Meksîk.

Daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka got rêkeftin tenê sînorê deryayî yê derveyî çarçoeya rêkeftinên berê vediheîne di navbera herdû welatan de.

Rêkeftinê pêwîstî bi erêkirina Sînatoyê heye berî ku bête cîbecîkirin.

Kûba her wiha rêkeftineka wek wê li gel Meksîk îmze kir ji bo daxwazên serrastkirina kêşeyan li heman cihê kendava Meksîk.

Hêjayî gotinê ye, Hersê welatan rewşa sînoran ji sala borî ve guftûgo kiribûn.

Rêkeftina Amerîka û Kûba tê berî ku Donald Trump ê komarî bibe serokê Amerîka. Ew dibêje ewê rawestîne wan bizavên serok Barack Obama yên ji bo çakkirina pêwendiyan, û din av de jî pêwendiyên dîplomatîk di navbera herdû welatan de.

XS
SM
MD
LG