Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tehranê Agir bi Avahiyekê Dikeve


Bi dehan karmendên Îranî yên agirkujtinê şerê agirekî dikin li Tehrana paytext di avahiyekê de ku bazareka mezin vedhewîne.

Çi birîndar yekser piştî rûdanê nehatin ragihandin.

Agira îro pêncşemê sibehê bi Plasco ket, avahiya ku berî 50 salî hatiye avakirin û ji 17 qatan pêk tê.

Agir demjimêr 8 beyanî rûda û polîs riyên derdora avahiyê hemî girtin.

Peyvdarê rêvebiriya agirkujtinê Jalal Maleki, ji tilfizyona Îranê ya fermî re got 10 beşên agirkujtinê tevlî operasyona vemirandina agir bûn.

Maleki dibêje agir niha di bin kontrolê de ye, di demekê de ku karmend kar dikin ji bo vemirandina agir.

XS
SM
MD
LG