Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Rojnamevaniya Dawî ya Barack Obama


Di konferansa rojnamevanî ya xwe dawî de serokê Amerîka Barack Obama hewil da ku xemên Amerîkiyan li dor guhertina rêveberiyê piştî 8 salan sivik bike.

Obama got:

“Ez bi vî welatî bawerim, bi xelkê Amerîkî bawerim û her wiha bawerim ku xelk bêhtir basin ne xerabin.”

Pirsiyara wî ya dawiyê ew bû ku wî çi ji herdû keçûn xwe Sasha û Malia re gotibû li dor encamên hilbijartina piştî şikestina kandîda demukrat Hillary Clinton. Obama got Malia û Sasha bêhêvî man wek wî û Xanima yekem Michelle, lê ew bi wan serbilind e ji ber ku ew nermin, niştimanperwerin, û ne tinazkerin.

Obama di dawiya konferansa xwe ya rojnamevanî de got ew ne herdem aram û dev li kene, di paş dergehan de.

“Ez sixêfan didim û carna ditengirim wek her kesekî din. Lê ez bawerim her tişt dê baş bibe, tenê divê em jêre kar bikin. Tiştek bi hêzanî nabe.”

Wî got keçen wî têdigihin ku “tenê tiştê ku dawiya cîhanê ye ew dawiya cîhanê bi xwe ye.”

Di derbarê êrîşên Internet, Obama banga siyaseteka parastinê kir li dijî welatên wek Çin û Rûsya.

Wî serokê Rûsya Vladimir Putin tawanbar kir bi helwesteka dijî Amerîka ku hîştin pêwendiyên herdû welatan dijwar bibin.

Obama got ew pilan dike îsal demekê li gel malbata xwe derbas ke û binivîsîne.

XS
SM
MD
LG