Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muhsin Tahir: Rêjîma Sûrî Bawere ku Çareseriyeke Siyasî ji Welat re Nîne


Muhsin Tahir
Muhsin Tahir

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro di hevpeyvînekê de li gel tilfizyoneke Japonî dibêje mebest ji guftûgoyên pêşbîn ên Astana paytexta Kazaxistanê ewe ku gurûpên opzisyonê çeken xwe deynin û lêborînê ji hikûmetê wergirin.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demukrata Kurdistan a Sûriyê(PDK-S) Muhsin Tahir di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Rêjîma Sûrî ne tene naxwaze Astana biserkeve, belê ew astengiyan jê re datîne. Îran jî her wiha nakokî li gel Rûsya hene ji ber nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyê.“

Tahir ku li bajarê Qamişlo dimîne behsa helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê kir li dor beşdarbûna wan di van axaftinan de û got helwesta Encûmenê ewe ku di her kombûneke navnetewî de beşdar be.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Muhsin Tahir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:26 0:00

XS
SM
MD
LG