Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê Teqînek li Herêmeka Bazirganî 20 Kesan Dikuje


Bumbeyeka bihêz li herêmeka bazirganî li bakurê rojavayê Pakistanê teqiya, bi kêmanî 20 kes kuştin û bêhtirî 40 kesên din birîndar kirin.

Teqîn îro şemiyê li Paranchinar rûda ku navenda rêveberiya navçeya êlî Kurram e li ser sînorê Afghanistanê.

Berpirs dibêjin vekolînên seretayî diyar kirin bumbeya ji dûr ve kontrolkirî di tûrekî de hatibû veşartin û di demekê de hate teqandin ku bazar qerbalix bû.

Karmendên rizgarkirinê û parlemanterê xwecihî Sajid Hussain Turi ji peyamnêran re gotin diyare jimara kuştiyan dê bilindtir bibe ji ber ku birînên hinekan pir xerab in.

Balafirên helicopter yên leşrekên Pakistanê ew jî tevlî desthilatdarên sivîl bûbûn ji bo veguhestina qurbaniyan bo nexweşxaneyên Peshawar.

Peyvdarekî tevgera Talîban a dijî dewletê berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşê û got ew tolvedana kuştina endamên wan e ku dibêjin ew di dizîndanê de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG