Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Siyasetên Trump li Dor Rojhilata Navîn Bala Wî Dikşînin


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje siyasetên serokê Amerîka Donald Trump li dor rojhilata navîn bala wî dikşînin.

Erdogan berî çuyîna geşteka Afrîqî îroj yekşemê ji peyamnêran re got Tirkiyê rojhilateka navîn dixwaze ku têde serweriya welatan parastî be û herêm ne dabeş be.

Tirkiyê, xemên wê yên taybet hene li dor jihevketina pêşbîn a welatên Îraq û Sûriyê.

Erdogan got hewildan hene ji bo amadekirina kombûneka çavlirêkirî di navbera wî û Trump de.

Ew dibêje ewê behsa rewşa rojhilata navîn bike di kombûna xwe ya yekem de li gel Trump.

Erdogan dibêje wek welatê herî bihêz li rojhilata navîn û wek welatekî navcî, Tirkiyê pir nîgerane ku serokê nû yê Amerîka dê çawa bandor hebe li ser siyaseta Amerîka li rojhilata navîn.

XS
SM
MD
LG