Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Kombûnên Astana û Kurdên Sûriyê


Lewend Hisên û Sîhanok Dîbo
Lewend Hisên û Sîhanok Dîbo

Guftûgoyên Astana di navbera hikûmeta Dîmeşq û gurûpên serhildêr de gihîştin encamekê ku Rûsya, Tirkiyê û Îran mîkanîzmeka sê alî destpê bikin ji bo piştgiriya agaibesta li seranserî Sûriyê.

Wezîrê derve yê Kazaxistanê, Xeyrat Abdulrehmanov di dawiya kombûnên du rojan de, îro sêşemê daxuyanek xwend û got ev sê welat dê desthilata xwe bikar bînin ji bo bijhêzkirina agirbestê, bê ku bi hûrbînî diyar bike çawa ewê pêk bê.

Daxuyaniyê got hersê welat dê berdewambin di hewlên xwe yên hevbeş de ji bo şerê gurûpa Dewleta Îslamî û gurûpa Fatah al-Sham a girêdayî bi el-Qaîde li Sûriyê.

Wê her wiha banga serhildêrên Sûrî kir ku xwe ji Fatah al-Sham dûrxin.

Daxuyaniyê nîşan bi wê yekê da ku rêkeftina Astana rê vedike ji bo axaftinên siyasî yên ku dê di 8 Şubatê de li Cinêvê bên lidarxistin.

Tê zanîn ku rêvebiriya xweser û partiya wê ya sereke PYD ji van guftûgoyan hatin dûrxistin.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Îbrahîm Birro di axaftinan de beşdar bû.

Gelo van axaftinan çi tişt zêde kirin li hewlên berê yên çareserkirina kêşeya Sûrî.

Aliyên beşdar ta kîjan astê niwêneratiya pêkhateyên Sûrî yên cûbecûr dikin.

Çima rêveberiya xweser nehat vexwedin û ji dêvla wê Kurdên dijberên wê amade bûn.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Sîhanok Dîbo, rawêjkarê hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demukrat PYD ku li Sûriyê dimîne, û Rojnamevan Lewend Hisên ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 01_24_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:18 0:00

XS
SM
MD
LG