Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May:Amerîka û Birêtaniya Dikarin Careka Din li Gel Hev Serkirdayetiyê Bikin


Theresa May
Theresa May

Di demekê de ku Birêtaniya xwe amade dike ji Yekîtiya Ewrupî derkeve û Donald Trump karê xwe dest pê dike wek serokê nû yê Amerîka, serokwezîra Birêtanya biryare banga nûjenkirina pêwendiyên taybet bike li gel Amerîka.

May îroj pêncşemê diçe Philadilphya, berî ku serdana koşka sipî bike roja înê. Ew dê bibe yekem seroka/ê biyanî ku li gel Trump kom dibe li Washington piştî destpêkirina serokatiya Trump.

Biryare May îro axaftinekê ji bo endamên komarî yên Kongrês pêşkêş bike ku dê nîşanê bi dîroka pêwendiyên herdû welatan bide, pêwendiyên ku May dibêje ”wan cîhana nûjen avakirine.“

Trump û cîgirê wî Mike Pence dê ew jî li kombûna îro amade bin.

Hêjayî gotinê ye, herdû serkirde gavan davên ji bo çakirina pêwendiyên xwe yên navnetewî, bi taybetî di warê bazirganiyê de.

Derketina Birêtanya ji yekîtiya Ewrupî û derketina Trump ji hevakariya Pasîfîk a bazirganî ya 12 welatan ku bi navê TTP tê nasîn, dê pêwîstiya guftûgoyan derxin holê li dor rêkeftinên bazirganî yên nû li seranserî cîhanê.

XS
SM
MD
LG