Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Birêtanya Bo Serdanekê Diçe Tirkiyê


Piştî rojekê ji kombûna wê ya dostane li gel serokê Amerîka Doland Trump, serokwezîra Birêtaniya Theresa May îro şemiyê li gel serokê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan kom bû.

May bi şev bi balafireka hêlên esmanî yên Birêtanîya ji Amerîka firiya Anqera.

Bi gihîştina xwe re May wêneyên xwe li ser ekranên avahiya serokatiya Tirkiyê dîtin ku diyar dikin serdana wê ya doh înê bo koşka sipî.

May keniya dema Erdogan jê re got ku geşta wê ya Amerîka ji aliyê Tirkiyê ve baş hatibû romalkirin.

Axaftina wê ya li gel Erdogan û serokwezîr Biali Yildirim pêşbînbû ku balê bikşîne ser bihêzkirina bazirganiyê di navbera Tirkiyê û Birêtanya de, piştî derketina Birtêtanya ji Yekîtiya Ewrupî û her wiha bilindkirina asta hevkariyê li dor ewlekarî û şerê terorîzmê.

May, ku bo cara yekem serdana Tirkiyê dike ji dema ku bûyî serokwezîr ve, ew li welatê xwe di bin fişarekê de ye ji bo pirotestokirina Tirkiyê li dor zêdegaviyên di derbarê azadiyên sivîl de ku hikûmeta Tirkiyê dike ji dema kudetaya têkçûyî ve, sala borî.

XS
SM
MD
LG