Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Derbasbûna Penaberên Sûrî bo Amerîka Qedexe Dike


Serokê Amerîka Doland Trump du biryarên cîbecîkar îmze kirin ji bo bihêzkirina ewlekariya Amerîka, ku yek ji wan derbasûna penaberên Sûrî bo Amerîka qedexe dike ta demeke nenas.

Biryara cîbecîkar a doh înê ku hate dayîn bi navnîşana” Parastina welat ji derbasbûna terorîstên biyanî bo Amerîka“ banga rawestana vîza û sûdeyên din ên koçberiyê dike bo welatiyên welatên ku xemên destnîşankirî li dor wan hene.

Du ajansên Neteweyên Yekgirtî îro şemiyê daxuyaniyeka hevbeş derxistin piştî çend demjimêran ji biryara Trump, ku dibêjin pêwîstiyê penaberan niha ji her demekê berê mezintirin û programa Amerîka ya şûnwarkirnê ew yek ji girîngtirîn programan e li cîhanê.

Ajansa NY ya penaberan û rêxistina navnetewî ya koçberan gotin ew hêvî dikin ku “ Amerîka dê berdewam be di rola xwe cya serkirdayetiyê de jib o pûarastina kesên ku ji ber şer û zordariyê direvin.“

Ajansan got ew “bihêz bawerin ku pêwîste bi wekhevî danûstan li gel penabern bibe di ware parastin û alîkariyê de, û derfeta şûnwarkirinê dûrî ayîn, an neteweyan wan anjî rengê wan."

Trump biryar doh înê îmze kir li wezareta berevaniyê Pîntagon,di dema beşdarbûna rêwresmên sondxwarina James Mattis de, wezîrê nû yê berevaniyê.

XS
SM
MD
LG