Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Sûrî Ji Wadî Bereda Derdikevin


Tilfizyona dewleta Sûrî dibêje piroseya derketina serildêrên Sûrî ji herêma Wadî Bereda dest pêkir, wek parek ji rêkeftinekê li gel serhildêran ku çekên xwe deynin û derdora Dîmeşqa peytext radestî hikûmetê bikin.

Tilfizyona el-Ixbariye dibêje 4 basan 160 serhildêr û malbatên wan îro yekşemê ji Wadî Bereda derxistin û berve parêzgeha Idlibê birin ku dê li wir tevlî hezaran serhildêrên din bibin û ji Dîmeşqa paytext dûr kevin.

Ev derketin dawiya nêzîkî 6 hefteyên şer nîşan dide di navbera serhildêran û alîgirên hikûmetê de ku di encamê de bi awakî tund av ji ser nêzîkî 5 milyon kes li derdora Dîmeşq qut kir.

Parêgarê Dîmeşq û derdora wê ji el-Ixbariye re got endazyarên avakirinê kar li ser navenda avê dikin û dê av roja duşemê vegere Dîmeşê.

XS
SM
MD
LG