Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gropeka Musliman a Mafên Mirvan Tevlî Doza Qanûnî Dijî Bryara Trump Dibe


Komeleka mafên sivîlan a musliman tevlî şerê qanûnî bo di helweşandina biryara serok Donald Trump a rêgirîyê li derbasbûna rêvingan bo Amerîka ji Heft welatên Musilman digre.

Civata têkelîtên muslimanên Amerîka “American- Islamic” dozeka qanûnî li dadgeha devera Alexandria tomar dike, dijî biryara serokayetîy a Donald Trump ya rêgirî kirina rêvingan ji hijmareka welatên piranîya wan musliman.

Ev doze behsî rêgirîya li derbasbûna muslimanan bo Amerîka dike ko pêngava yekem bû di bizavên helbijartînan da û hate bicih kirin, lidema hikumet bixew haydar nabe ka çî çê dibe.

Derbarî biryara Trump ya rêgirî kirina derbasbûna koçberan bo Amerîka bo dema 90 rojan, serokê Amerîka dibîje, bi şaş hate şirovekirin ko ev qedexe kirina musilmanane.

Berdevkî koçka Spî Sean Spicer got, Trump wî karî dike ewa ji berî niha gotibû xelkê Amerîka.

Herwesa got, serok wê her karekî bike bo parastin û pêşvebirna welat.

Civata muslimanên Amerîka CAIR dibêje, biryara serok Trump cûdaberîye dijî Musilmanan ko xewpişandan peyda kirin û eve zêdegavîye biser benda yekem a destorê Amerîka.

XS
SM
MD
LG