Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje, Îranê Moşekeka Balîstîk Taqî Dike


Karbidestekî Amreîka îro Dûşemê ragehand, Îranê moşekeka balîstîk a mewda navincî li roja Yekşembê teqand û piştî 1010 kilomîtra peqî.

Karbidestê Amerîkî ko nexwest nave xew aşkira bike gote Rueters, moşek li nizîk devera Semnan ya Rojhelata Tehranê hate teqandin.

Herwesa got, cara dawiyê Îranê moşek taqi kirî li meha heft a sala 2016 bû.

Koçka Spî got, ew haydarî taqî kirina moşeka Îranê ye, berdevkê koçka Spî, Sean Spicer di konfiranseka rojnamevanî da got, em vê pirsê berçav digrin û em haydarin ko Îranê moşekek teqand lê bitemamî em nizanin bi çî awa bû, em wê pitîr pêdaçûnê bikin.

Heta niha aşkira niye eger ev taqî kirine zêdegavîye biser biryara civata ewlehiya Netewên Yegritîye liser rêgirîya Îranê ji pêkanina bizavên peywendîdar bi şiyanên Îranê liser programê moşekan û dorist kirina çekê navokî.

Serokê komita têkeliyên derve ya kongrisê Amerîka Sinator Bob Corker taqî kirina moşeka Îranê şermezar kir û got, ew wê karî digel endamên kongris û rêveberîya serok Donald Trump bike bo berpisyar kirina Îranê.

Taqî kirina Îranê hevdem bû digel seredana wezîrê derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault bo Îranê.

Ayrault got, Frensa wê berevanîyê ji rêkeftina novkî ya sala 2015 bike ko berjewendîya hemo aliya ye û Îran qayil bû programê xew yê navokî têk bide beramber helgirtîna cizayan biser Tehran.

XS
SM
MD
LG