Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Hoşdarîyê Liser Pêkanina Devera Parastî Dide


Acansa peyamên hikumeta Sûrîye SANA ragehand, her karek bo dorist kirina weko dibêjîn devera parastî bo penaberan bê hebûna hevkarîyê digel Dimeşqê wê bibe devereka ne parastî û zêdegavîye biser serwerîya welat.

Herwesa SANA got, wezîrê derve yê Sûrîya û acansa penaberên Netewên Yekgirtî liser vê pirsê lidema kombûna Dimeşqê qayil bûn lê çî zanyarîyên zêdetir nadan.

Koçka Spî ragehand, Serokê Amerîka Donald Trump û Şah Selman Şahê Erebistana Saudî di peywendîyeka Telefonî qayil bûn liser pêkanina deverên parastî li Sûrîye û Yemenê.

Daxoyanîya hikumeta Sûrîye yekeme her ji dema serok Trump li roja Çarşembê got, “helbet ew wê devera parastî li Sûrîye pêk bine.”

Ligor belgeha bidestê Reuters keftî, biryare serok Trump fermanê bidete wizareta berevanîya Amerîka Pentagon û wizareta derve ya Amerîka nexşa devera parastî pêk binin ko ev pêngave wê tirsa tevlî bûna zêdetir ya leşkerîya Amerîka bixewve bigre.

Oposizyona Sûrî digel ewên Qeter piştavîya wan dike, pêşwazî li piştevanîya Turmp bo deverên parastî kir, herwesa Tirkiye dibêje, ew hivîdare encamekê ji soza Amerîka bibîne.

XS
SM
MD
LG