Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Biryara Donald Trump a li Dor Koçber û Penaberan


Mehmûd Ebbas, Ferhad Baqir û Azad Kobanî
Mehmûd Ebbas, Ferhad Baqir û Azad Kobanî

Biryara cîbecîkar a serokê Amerîka Donald Trump li dor ragirtina demkî ya vîza û wergirtina penaberên heft welatên ku piraniya xelkê wan misilman in, bû cihê gelek riyaksyon li hindir û derveyî Amerîka.

Di van sê rojên dawî de, li gelek bajar û firokxaneyên Amerîka xwepêşandan bûn li dijî vê biryarê û xwepêşanderan biryar wek biryareka dûrî pirisîbên Amerîka yên mîvandarî û vehewandina koçber û penaberan dan nasîn.

Li derveyî Amerîka jî hin hevalbendên Amerîka û cihana Îslamî ev biryar rexne kirin û nerazîbûna xwe derbirîn.

Di demekê de ku hin dibêjin ev qedexekirin li dijî Îslamê ye, serokê Amerîka Donald Trump dibêje ew ne li dijî misilmanan û ayîna Îslamê ye. Ew dibêje bêhtirî 40 welatên din ku piraniya xelkê wan misilmanin, çi bandora biryarê li wan nîne.

Koşka sipî dibêje biryar tenê ji bo ewlekarî û aramiya Amerîka ye, lê serikirdeyên Demukrat dibêjin ew dê aramaiya Amerîka kêmtir bike.

Gelek serkirdeyên Ewrupî nerazîbûna xwe li dor vê biryarê anîn ziman wek serokwezîra Birêtanya Theresa May, rawêjkara Almanî Angela Merkel, serokê Ferensî Fransouis Hollande û hinekên din.

Li gor biryarê: her penaberekî ku li benda bişûnûwarkirinê ye li Amerîka, dê rewşa wî bê ragirtin bo 120 rojan.

Biryar, her wiha qedexe dike her penaberekî Sûrî ji derbasbûna Amerîka ta ku vekolînên berferehtir li gel wî bibin.

Biryar bo 90 rojî hemî cûreyên vîza radiwestîne ji bo welatiyên heft welatan, Sûriya Îraq, Îran, Lîbya, Sudan, Yemen, û Somalê.

Biryara Trump dê çawa bandorê bide ser rewşa penaberan bi awakî giştî û taybetî penaberên Sûrî?

Ta kîjan astê dê pirsgirêkên yasayî derkevin holê bi taybetî li nik rêxistinên Neteweyên Yekgirtî yên penaberan li herêmê?

Li nava Amerîka ev yek ta kîjan astê dikare bê pejirandin ji aliyê rexnegirên Trump ve?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Mehmûd Ebbas: Rawejkarê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyê ku li wîlayeta Texas dimîne, Azad Kobanî, endamê berê yê Parlemana Sûrî ku li wîlayeta Virginia dimîne, û Ferhad Baqir, endam û peyvdarê komeleya Parêzerên Kobaniyê ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 01_31_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:47 0:00

XS
SM
MD
LG