Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Angela Merkel Dê Bo Serdanekê Biçe Tirkiyê


Rawêjkara Almanî Angela Merkel dê kom bibe li gel serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û hin berpirsên din ji bo axaftinên li dor rêkeftina Yekîtiya Ewrupî û Tirkiyê ya koçberan.

Herdû nserkirde her wiha dê behsa daxwaza Tirkiyê ya radestkirina derdora 40 serbazên Tirkiyê ku li Almanya daxwaza mafê penaberiyê kirine bikin, ku desthilatdarên Tirk dibêjin destê wan di kudetaya têkçûyî ya sala borî de heye.

Serdana Merkel a îro pênşemê bo Tirkiyê tê di demekê de ku girjîn di pêwendiyên Tirkiyê û Almanya de hene.

Almanya ji aliyê desthilatdarên Tirk ve tê tawanbarkirin ku ew piştgiriya Tirkiyê nake di şerê dijî PKK de.

Li Almanya jî, Merkel di bin wê fişarê de ye ku divê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê yên derbarê mafên mirov û azadiyan biaxive.

Tirkiyê huşdariyê dide ku ewê rêkeftina penaberan li gel Yekîtiya Ewrupş jihev bixe li beramber daxwazên Yekîtiya Ewrupî yên ku dibêjin divê Tirkiyê yaseyên xwe yên dijî terorê hinekî nerm bike.

XS
SM
MD
LG