Artêşa Sûrî îro pênşemê got pêşketinên dawî yên dijî gurûpa dewleta Îslamî Daiş li bakurê rojhilata Helebê ew destpêka operasyonên berferhtir in ji bo derxistina gurûpa jîhadî ji wan navçeyan û dirêjkirina kontrolkirina herêmê ji aliyê hikûmetê ve.
Komandariya giştî ya artêşê di daxuyaniyekê de gotwan di van demê dawî de bêhtirî 30 gund û bajarok dorpêçkirine.
Daxuyaniyê pêşketinên artêşê ber bi bajarê Babê de piştrastkirin.
Bi van pêşketinan hêzên hikûmetê li wir nêzîk dibin ji serhildêrên opozisyonê ve ku piştgiriya Tirkiyê werdigrin û ew jî ji aliyê xwe ve şerê Daiş dikin.