Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûriya Demukrat Dest bi Qonaxeka Din a Rizgarkirina Reqqayê Dikin


SDF
SDF

Hêzên Sûrya Demukrat HSD ku Amerîka piştgiriya wan dike îro destpêkirina qonaxeka nû ya rizgarkirina Reqqayê ragihandin ku armanca wê dorpêçkirin û qutkirina rê ye li çekdarên Daiş li parêzgeha Dêr el-Zorê.

HSD di daxuyaniyekê gotin ev qonax dest pê dibe bi piştgiriya esmanî ya koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka.

HSD ku hêzên Kurdî YPG û YPJ di nav wan de ne, di meha 11an sala borî dest bi operasyona rizgarkirina Reqqayê kirin.

Komanadarekî HSD ji ajansa Rueters re got ew niha çend kîlomitran pêşketin e ber di dorpêçkirina herêmên rojhilata bajêr de, di nav de jî riya sereke ya ku Reqqa bi Parêzgeha Dêr el-Zor girê dide.

Dêr el-Zor, ku bi tevahî di bin deste Daiş de ye, Reqqayê dighîne sînorê Îraqê. Çavkaniyeka Kurd ji Rueters re got armanca vê qonaxê ewe kontrolkirina riya sereke ya di navbera Reqqa û Dêr el-Zorê de.

Ev qonaxa sêyeme di operasyona Reqqayê de. Qonaxa yekem ji bo bakurê Reqqayê bû, a duyem ji bo rojavayê bajêr bû û hîn jî berdewam e.

XS
SM
MD
LG