Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemanterê HDPê Kadrî Yildirim Piroseya Referandûmê Şîrove Dike


Kadri Yildirim
Kadri Yildirim

Referanduma guhertina pakêta destura bingehîn di meha Nisanê de ye. Hefta pêşiya me serokkomarê Tirkiyê roja dengdanê diyar dike û proseya kampeynên refernadumê destpêdike. Lê wusa xuya dike Tirkiye di rewşa awarte de diçe ber bi guhertina destura bingehîn ce.

Neha ji 59 parlaemnterên HDPê tevî hevserokan 12 parlamenter di girtîgehê de ne. Di rewşa awarte de civîn, kombûn, xwepêşandan, miting, daxuyaniyên li derve qedexe ne.

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim jibo Dengê Amerîka got hem li rojavayê Tirkiyê hem jî li rojhelat rêjeya dengen nayê bilind dibe heta iddia kir di nav partiya AKP û MHPê bixwe de jî gelek paralmenter dê jibo denge na bixebitin.

Wî got pirsa kurd pirsa sereke ya Tirkiyê ye. Ku di pakêtê de cî bidana mafê ziman, çand û statuya Kurdan Kurd di referndumê de bigotina erê. Jiber ku dema ku mafê gele Kurd were dayîn dê mafê hemî gel û baweriyan dê bê dayîn. Lê Kurd di vê pakêtê de cîyê xwe nabînin û ne mimkune bejin erê.

Sîyasetvanê Kurd anî ziman ku bi girtin û serbest berdana parlamenterên HDPê dewlet dixwaze di pêvajoya kampanyaya referandumê de peyamên cuda bide gele kurd û gele nîjad perest yê Tirk.

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê faylê deng veke

Raporta Xecîcan Farqîn 02_04_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:25 0:00

XS
SM
MD
LG