Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye di Operasyonên Dijî DAIŞê de Bêhtirî 440 Kesî Digire


Ajansa Dewleta Tirkiyê îro yekşemê ragihand ku Polîsê dijî terorê bêhtirî 440 kesî girtin bi gumana girêdana a gurûpa Dewleta Îslamî.

Ajansa Anadol got 60 bergumanên Daiş ku piraniya wan biyanî ne îro hatin birin bo girtîxanê li Anqera paytext.

Anadol got 445 kes hatin girtin di operasyonên polîs di heman demê de li gelek bajarên Tirkiyê , di nav de jî Istenbol û Gazîantep a nêzîkî sînorê Sûriyê.

Operasyona her mezin li parêzgeha Şanliurfa bû, cihê ku polîs bêhtirî 100 berguman li gelek navnîşanan girt û hin alavên girêdayî çekdarên Dewleta Îslamî li gel wan dîtin.

Hêzên ewlekariyê her wiha 9 berguman girtin ku pilana êrîşekê dikirin li bajarê Îzmir li bakurê rojavayê welêt.

Anadol nasnameyên girtiyan diyar nekirin lê 10 kesên nûgihiştî di nav şervanên biyanî de bûn ku li Istenbolê û parêzgeha Kocaeli hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG