Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Şerê Daiş li Bakur û Rojhilata Sûriyê


Emmar Gulî û Elî Mislim
Emmar Gulî û Elî Mislim

Di demekê ku Hêzên Sûriya Demukrat qonaxa sêyem a operasyona rizgarkirina Bajarê Reqqayê birêve dibin, hêzên hikûmeta Sûriyê li bakurê rojhilata Helebê navçeyan kontrol dikin û ber bi aliyê bajarê Babê ve diçin.

Bajarê Babê ku di bin destê gurûpa Dewleta Îslamî Daiş de ye, ew berê ji aliyê serhildêrên Sûrî ve dorpêçkiriye.

Serhildêrên Opozisyonê bi piştgiriya Tirkiyê ji aliyê bakur ve, Hêzên Hikûmeta Sûrî bi piştgiriya Rûsya, Îran û Hizbullah a Libnanî ji aliyê Rovjava ve, û Hêzên Sûriya Demukrat bi piştgiriya koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka ji aliyê Rojhilat ve.

Erd û asman ji sê aliyan ve li dijî Daişê ye, û Daiş asman kontrol nake. Tenê li ser erdê şerê evqas hêz dike û di navçeyeka ne gelekî berferh de.

Gelo Daiş hêza xwe ji ku werdigre û ta kîjan astê dikare berxwebide?

Ev hêz ta kîjan radeyê rijdin di têkbirina Daiş de, bi kêmanî di vê herêma destnîşankirî de?

Gelo derxistina Daiş ji vê herêmê xema sereke ya van hêzane? An jî, her aliyek dixwaze navçeyan kontrol bike bêhtirî şerê terorê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan vê babetê şîrove dike:

Elî Mislim, endamê serkirde yê Partiya Demukrata Kurdistana Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne, û rojnamevan Emmarê Gulî ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

S&S
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:05 0:00

XS
SM
MD
LG