Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Ozçelik Behsa Serdana Mike Pompeo Bo Tirkiyê Dike


Mistefa Ozçelik
Mistefa Ozçelik

Piştî du rojan ji pêwendiya telefonî di navbera serokê Amerîka Donald Trump û yê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan de, rêvebirê CIA Mike Pompeo îro pênşemê serdana Tirkiyê dike ji bo guftûgokirina şerê terorê û pirsgirêka Sûriyê.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê li Tirkiyê Mistefa Ozçelîk di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev serdan şîrove kir û got:

”Ez bawerim Tirkiyê dê careke din daxwazê ji Amerîka bike ku piştgiriya leşkerî bo hêzên Kurdên Sûriyê rawestîne.“

Ozçelik ku li herêma Kurdistan Îraqê dimîne her wiha got:

“Renge Amerîka Bixwaze ENKS û TEV-DEM li ser sîstemeke nû lihev bikin û ev jî dê di berjewendiya Kurdan de be. “

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Mistefa Ozçelik 02_09_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:41 0:00

XS
SM
MD
LG