Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hassan Nasrallah:Trumpê “Sergêj “Dihêle Ez Geşbîn Bim


Serikdreyê gurûpa Hizbullah a Libnanî dibêje dê cîhan sûdê wergire ji hebûna “Sergêjekî“di koşka sipî de.

Hassan Nasrallah îro yekşemê di axaftinekê de got gurûpa wî niha gelekî bihêztire ji dema damezrandina wê di sala 1980î de, û divê xemên wê nebin li dor gefên welatên rojava.

Nesrella bal kişand ser serokê Amerîka Donald Trump û got:

“Em gelekî geşbînin dema ku kesekî sergêj li Koşka sipî be û bi sergêjbûna xwe serbilind be, ev destpêka dilxweşiya kesên stembar e li cîhanê.''

Trump soz da ku helwesteke bihêz bigre li dijî Îranê, ku ew piştgira serekeye ya Hizbullah û gurûpên din e li rojhilata navîn.

Koşka sipî got Îran di bin çavdêriyê de ye, piştî têstkirina mûşekeka balistî.

XS
SM
MD
LG