Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xebat Şakir: Minbij Rizgarkirî ye û Çi Sedem Nînin Hêzên Tirkiyê Derbasê bin


Xebat Şakir
Xebat Şakir

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Fikri Isik dibêje rêveberiya Nû ya Amerîka ne rijde li dor beşdarbûna Hêzên Kurdên Sûriyê YPG di opereasyona rizgarkirina bajarê Reqqa yê de.

İsik got," em li gel Amerîka kar dikin ji bo derxistina hêzên YPG ji bajarê Minbijê piştî rizgarkirina bajarê Babê."

Berpirsê Partiya Yekîtiya Demukrat PYD li Almanya Xebat Şakir di axaftinekê de li gel Dengê Amerîka axaftinên Isik şîrove kirin û got:

“Tirkiyê ji Amerîka Hêvî dike ku ew dest ji Kurdan berde lê em bawer nakin Amerîka vê yekê bike, herçendî Tirkiyê hevalbenda Amerîka ye, lê Amerîka li Kurdan jî wek hevalbend temaşe dike.“

Şakir her wiha bal kişand ser bajarê Minbijê û got ew bajarekî rizgarkirî ye û çi sedem nînin bihêlin Tirkiyê derbasî bajêr be.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Xebat Şakir 02_16_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:25 0:00

XS
SM
MD
LG