Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalisyon Navendeka Daiş li Mûsilê Hildiweşîne û Daiş Dibêje 18 Sivîl Hatin Kuştin


Koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka îro şemiyê got hêzên wan avahiyek hilweşandin li navçeya sereke ya tenduristî li rojavayê Mûsilê, ku gumanbû navenda komandariya Daiş ye.

Gurûpa Daiş ev yek red kir û di daxuyaniyekê de ku li ser Internet hatibû belavkirion got êrîşa doh înê 18 kes kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn û her wiha 47 birîndar kirin.

Medya serbixwe nikare derbasî rojavayê Mûsilê be û ne jî her cihekî din ê di bin destê Daiş de li Îraq û Sûriyê.

Çekdar li aliyê Rojavayê Mûsilê dorpêçkirî ne li gel derdora 650 hezar sivîl, piştî ku hêzên Îraqî bi piştgiriya Amerîka Daiş li aliyê rojhilat derxistin di qonaxa yekem a operasyonê de.The militants are essentially under siege in western Mosul,

Koalisyon dibêje Daiş avahiya 5 qatan wek bingeha kontrolkirinê û komandariya leşkerî bikar dianî.

Êrîş hat piştî hin raportan ku dibêjin çekdarên Daiş li aliyê rojavayê Mûsilê derbasî nav sivîlan dibin û çekan vedişêrin li nexweşxane, dibistan, mizgef û kenîseyan wek tektîkekê da ku nebin armanca êrîşên Koalisyonê.

Tê zanîn, operasyona rizgarkirina Mûsilê meha 10an a sala borî destpêkir û hîn berdewame.

XS
SM
MD
LG