Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence li gel Serkirdeyên Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê Kom Dibe


Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence cihê kom bû li gel serkirdeyên Îraqê û herêma Kurdistana Îraqê li Almanya û sipasiya wan kir ji bo pêgiriya wan bi şerê dijî Daiş.

Koşka sipî dibêje Pence her wiha di kombûna xwe de li gel serokwezîrê Îraqê Haider al-Abadi, pesna hêzên ewlekariya Îraqê da li dor serkeftinên wan.

Berpirs dibêjin herdû aliyan bal kişandin ser giringiya berdewamiya pêşketina di şerê Daiş de, rizgarkirina bajarê Mûsilê û çakirina abûriya Îraqê.

Di kombûna li gel Mesûd Barzanî de, serokê herêma Kurdistana Îraqê, Pence sipasiya Barzanî kir û got Amerîka bi berdewamî piştgiriya Îraqeke demukratîk, yekgirtî û fedral dike.

Koşka sipî dibêje Pence handeriya hevrêziyê dike di navbera hikûmeta Îraqê û hikûmeta herêma Kurdiustanê de.

XS
SM
MD
LG