Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Dest bi Rizgarkirina Rojavayê Mûsilê Dikin


Hêzên Îraqî bi piştgiriya Amrîka îro yekşemê dest bi operasyoneke leşkerî ya berferh kirin ji bo derxistina çekdarên Daiş ji aliyê rojavayê bajarê Mûsilê, ev şerê ku pêşbîne dirêj û dijwar be ji ber jimara mezin a rûnişvanan û kolanên kevn û teng.

Di axaftineke kurt de ku li ser tilfizyonê hate belavkirin, serokwezîrê Îraqê Haider al-Abadi destpêkirina operasyonê ragihand û got hêzên Îraqê diçin ji bo “rizgarkirina xelkê Mûsilê ji zordarî û terora Daiş.“

Al-Abadî daxwaz ji hêzên ewlekariyê kir ku bi awakî guncaw bi sivîlan re bidin û bistînin û rêzê li mafên mirovan bigrin.

Serê sibê dûman li ser bajêr bilind dibû, di demekê de ku firokên koalisyonê cihên çekdaran ji xwe re kirin armanc li başûrê rojavayê Mûsilê.

Efserê Polîs Mahmûd Mensûr got:

“Ev demjimêra sifrê ye û em ê bi hêviya Xwedê vî şerê bidawî bînin.“

Yekser piştî ragihandina operasyonê, Neteweyên Yekgirtî huşdarî da ku bi sedhezaran sivîl di malên xwe de dorpêçkirî mane û di metirsiyeke mezin de ne, li gel kêmbûna sûtemenî, xwarin, vexwarin û eliktrîkê.

Li gor hin agahiyên ji hindirê rojavayê bajêr, Neteweyên Yekgirtî dibêje nêzîkî nîva firoşgehan girtîbû û firne hatibû girtin ji ber nebûna fiyûl û bihabûna ard.

XS
SM
MD
LG