Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kelly Dibêje Trump Dê Nêzîk Biryareke Din li dor Koçberan Derxe


John Kelly
John Kelly

Wezîrê ewlekariya navxweyî ya Amerîka John Kelly îro yekşemê got serokê Amerîka Donald Trump dê nêzîk deqeke sadetir a biryareka serokatiyê derxe li dor qedexekirina koçberiyê ji heft welatan ku piraniya xelkên wan misilmanin, lê vê carê wê baştir bête cîbecîkirin û tevliheviya ku cara berê bûyî nehêle .

Di axaftina xwe ya konferansa ewlekariyê de li Miyûnêx, li dor guftûgokirina şerê terorîzmê, Kelly got ev deqa nû ya biryara qedexekirinê dê rê negre li pêş kesên xwedî vîzayên kar yan mafê mayîna berdewam( Green Card) ku derbasî Amerîka bin.

Kelly got Trump dê piştrast bike ku vê carê kes li firokxaneyan neyê girtin di dema derxistina biryarê de.

Li gor hin raportan, biryara nû ya koçberiyê renge roja sêşemê derkeve, û Trump bi xwe piştrast kir ku dê hefteya bê biryarê bide.

Tê zanîn ku dadgeha Amerîkî biryara Trump a berê berbend kir, piştî ku bû cihê nakokiyan û rastî xwepêşandanan li gel bajar û firokxaneyên Amerîka hat.

XS
SM
MD
LG