Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump Axaftinekê li Wîlayeta Florida Pêşkêş Dike


Di kombûneke gelêrî de, sereokê Amerîka Donald Trump ragihand ku rêvebiriya wî pêşketinên mezin pêk tîne, lê careke din gazind kirin li dor raportên ne rasteqîn ên medya Amerîka li gor ku ew bi nav dike.

Axaftinên Trump bi coşeke mezin ji aliyê piştgirên wî ve hatin pêşwazîkirin li firokxaneyeka wîlayeta Florida. Hin alîgirên wî bi hildana durişman handeriya wî kirin ku careke din bibe berbijêrê serokatiyê di sala 2020an de, her çendî ku pêngava wî ya serokatiyê kêmtirî mehekê berê destpêkiriye.

Trump gelek şîroveyên xwe yên ku roja pênşemê li Koşka Sipî kiribûn dubare kirin li dor raportên medya.

Wî got piraniya dezgehên sereke yên nûçeyan ew nûçeyên sexte çê dikin û wî peyamnêr bi derewan tawanbar kirein li dor jêderên wan.

Wî got:

"Ew niha bûne pareke mezin ji kêşeyê."

Serok Trump di axaftina xwe de sozên xwe yên helmeta hilbijartinan dubere kirin û dupat kir li ser wan, bo dibinstanên baştir, karên baştir ji bo karkerên Amerîkî û her wiha sîstemeke tenduristî ya baştir.

XS
SM
MD
LG