Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Serdana Îraqê Dike


Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Adel Al-Jubeir îro şemiyê bo serdaneke nepêşbîn çû Îraqê û li gel serokwezîr Haider al-Abadi kom bû li gor medya nivîsîngeha serokwezîr.

Peyvdarekî wezareta derve ya Îraqê ji ajansa Reuters re got ev yekem serdana berpirsekî rade bilindî Erebistana Saudî ye ji dema derbasbûna Amerîka bo Îraqê û rûxandina Saddam Hussein di sala 2003an de.

Erebistana Saudî salekê berê balyozxaneya xwe li Bexdayê vekir piştî girtina 25 salan.

Lê Iraqê pişt re deaxwaza guhertina balyoz kir bi sedema axaftinên wî yên li dor destêwerdana Îranê di karûbarên Îraqê de, ku bûn cihê nerazîbûna serkirdeyên Şîaa.

Erebistana Saudî Îraqê tawanbar dike bi nêzîkbûna li gel Îrana, ku rikbera wî ya sereke ye li herêmê.

Dijminahiya di navbera hêzên Sunnî û Şîiî de li herêmê di van salên dawî de kûrtir bûye, piştî nakokiyên di navbera wan de li Sûriyê, Yemen û Îraqê.

XS
SM
MD
LG