Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkiyê Banga Piştgiriya Referandoma Meha Nîsanê Dike


Serokwezîrê Tirkiyê îro şemiyê banga raya giştî kir ji bo piştgiriya guhertinên destûrî yên ku dê deshilata serok Receb Teyyip Erdogan bihêz bikin.

Axaftinên Binali Yildirim hatin di destpêka helmeta berî referandoma meha Nîsanê de, ku bi hezaran endamên partiya desthilatdar AKP alên Tirkiyê hildan di kombûna Anqera paytex de.

Yildirim got:

"Deng li meydanên bajêr bilind dibin ji bo Tirkiyeke bihêz û seqamgîriyeke berdewam."

Li gor ajansa nûçeyan Anadol derdora 6,500 endamên polîs ewlekarî ji bo vê kombûnê dabîn kirin.

Hewildana guhertina sîstema demukrasiya parlemanî, ya welatê kandîdê Yekîtiya ewropî, bo sîstemeke serokatî ya cîbecîkar û bihêz ji aliyê piştgirên Erdogan ve tê dîtin wek gerentîkirina seqamgêriyê.

Lê rikberên serok metirsiyên xwe derdibrin li dor bilindbûna asta zordariyê.

Tê zanîn, bidehezaran xelk hatine girtin û bêhtirî 100 hezar karmendên kerta giştî ji kar hatin dûrxistin ji dema kudetaya têkçûyî ve, di tîrmeha sala borî de.

XS
SM
MD
LG