Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Şîfa Gerdî li Mûsilê Hat Kuştin


Şîfa Gerdî
Şîfa Gerdî

Di encama bombeyeke DAIŞê de, rojnamevana tora Medya Rudawê Şîfa Gerdî jiyana xwe ji dest da.

Îro Şemiyê Rudawê nûçeya mirina yek ji bêjerên xwe yên sereke ragihand, di dema romalkirina operasyona rizgarkirina aliyê rojavayê Mûsilê de.

Wênegirê Rudaw Yûnis Mistefa jî di heman peqînê de birîndar bû.

Di destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê de Gerdî bernameyeke bi navê Foks Mûsil amade dikir.

Hêjayî gotinê ye, di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de jimareke rojnamevan birîndar bûn û di meha 10 a sala borî de rojnamevanekî kanaleke Îraqî, di dema romalkirina şer de hate kuştin.

XS
SM
MD
LG