Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmedî Nejad Nameyeke Vekirî ji Trump re Dişîne


Serokê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedî Nejad nameyek bi Înglîzî û Farisî belav kir ji bo serokê Amerîka Doland Trump, ku tê de pesna Trump dide li dor tiştên ku dibêje”wî bi awakî rasteqîn sîstema siyasî û bingeha hilbijartinên Amerîka wek gendel wesif kirin.“

Nameya dirêj ku îro yekşemê belavbûyî, her wiha rexneya Trump dike li dor pilana wî ya qedexekirina koçberên heft welatan, di nav de jî Îran, û got: " Amerîka nûjen, ya hemî netewan e.”

Wî pênasîn bi wê yekê kir ku derdora milyonek koçberên Îranê li Amerîka ne.

Ehmedî Nejad her wiha serdestiya Waşinton li Neteweyên Yekgirtî û destêwerdana Amerîka li cîhanê rexne kir û got ew bûye sedema “ne aramî, şer, parçebûn, kuştin û bêşûnûwarbûna netewan.”

Berê jî, Ehmedî Nejad name ji serokên berê yên Amerîka Barack Obama û George Bush re şandin.

Dema Trump di meha 11 an de hate hilbijartin, gelek Îraniyan Ehmedî Nejad û Trump wek hev dîtin ji aliyê gurkirina gotara radîkal û siyasetên cihê nakokiyan ve.

XS
SM
MD
LG