Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tom Perez Dibe Serokê Kongira Niştimanî ya Partiya Demukrat li Amerîka


Wezîrê Kar ê berê Tom Perez wek serokê kongira niştimanî ya partiya demukrat hate hilbijartin, ku dê berpirsiyariya nûavakirina çeprewiya partiye hiolde ser milê xwe, piştî serkeftina serokê komarî Donald Trump.

Perez ku di dema reveberiya Barack Obama de kar kir, û niwênerê wîlayeta Minnesota Keith Ellison ez di rêza pêşîn a hilbijartinan de bûn.

Perez, ku yekem kesê Latino ye vê postê werdigre, di dengdana duyem de serkeft bi rêjeya 235 li beramber 200, di beramberiyekê de ku hate dîtin wek şerê di navbera kandîda demukrat a têkçûyî Hillary Clinton û rikberê wê yê partiye Bernie Sanders.

Yekser piştî ragihandina encamên dengdanê, Perez rikberê xwe yê vê postê Kieth Ellison wek cîgirê xwe binav kir û endamên Kongira Niştimanî ya Demukratan bijara wî pesend kirin.

Perez banga şer kir li beramber “xerabtirîn serok di dîroka Amerîka de“ li gor ku wî bi nav kirî û got:

"Ev erka me hemiyan e."

XS
SM
MD
LG