Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Erebeyek Li Qerbalixekê Dixe, 28 Kes Birîndar Dibin û Bergumanek tê Girtin


Bergumanek hate girtin piştî ku erebeyekê li qerbalixê xist û di encamê de 28 kes birîndar kirin.

Rûdan li bajarê New Orleans ê wîlayeta Louisiana qewimî di dema temaşekirina li rêveçûna bi navê Krewe of Endymon.

Berpirsê polîs Michael Harrison got vekolîn li gel kesê berguman dibin ku ew serxweşbû di dema ajotinê de.

Di bersiva medya de li dor gumana ku ev kiryareke terorî ye, Harrison ne got na. wî got:

Em guman dikin ku şifêr serxweş bû ye dema ajotinê.

Rêvebirê karên awarte yê bajêr Jeff Elder got 21 kes hatin veguhestin bo nexweşxanê û 5 ji wan di bin çavdêriyê de ne.

Elder got kesên birîndar ji temenê 3-4 salî ta 30-40 salî bûn.

Harrison got efsereke polîsê New Orleans jî di nav birîndaran de bû.

Ev rûdan bû di şeva herî qerbalix de ji şevên Mardi Gras, dema bi hezaran xelk li ser cadan bûn li navenda bajêr ji bo temaşekirina li nerêtên şahiyê.

XS
SM
MD
LG