Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pêvajoyên Dawî li Başûrê Bajarê Minbic'ê


Ehmed Qasim û Gêlo Îsa
Ehmed Qasim û Gêlo Îsa

Hêzên hikûmeta Sûriyê dibêjin wan pêşketinên leşkerî qezenc kirine li nêzîkî bajarokê Dêr Hafir û her wiha navenda avê ya bajarokê elXefse ku di bin destê çekdarên Daiş de ye li başûrê Minbijê.

Ev pêşketin tên di demekê de ku komandarên Tirkiyê, Rûsya, û Amerîka li başûrê Tirkiyê kom dibin ji bo guftûgokirina pêvajoyên dawî li bakurê Sûriyê.

Serhildêrên opozisyona Sûriyê bi piştgiriya Tirkiyê, Hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsya, û Hêzên Sûriya Demukrat bi piştgiriya Amerîka, hemî niha li nêzîkî hev şer dikin ji bo kontrolkirina navçeyên di bin destê Daiş de.

Herçendî her aliyekî li wê herêmê ecindeyeke taybet heye, lê hemî di şerê têkbirina Daiş de digihin hev, bi kêmanî wiha dibêjin.

Gelo çi hevrêzî di navbera van hersê hêzan de heye li dijî Daişê, anjî bi kêmanî erêkirin heye ku şerê hev nekin û xema sereke şerê Daiş be, wek ku piştgirên wan ên herêmî û navnetewî dibêjin?

Ev kombûna di navbera komandarên Tirkiyê, Rûsya û Amerîka de, ta kîjan astê dikare piştrast bike ku şer di navbera van aliyan bi xwe de dernekeve holê?

Ta çi radeyê bingeh heye ji karekî hevbeş re di navbera van hêzan de ji bo rizgarkirina Reqqayê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Gêlo Îsa, endamê komîta navendî ya Partiya Demukrata Kurdî Sûrî ku li Kobaniyê dimîne û Ehmed Qasim, nivîskar û şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 03_07_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:17 0:00

XS
SM
MD
LG