Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarên Amerîkî Û Kurd Dîyar Dikin ku ji Reqa re ''Çend Hefte'' Mane


Şervanên HSD'ê
Şervanên HSD'ê

Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) ku Amerîka piştgirîya wê dike, do Pêncşemê piştî ku eşkere bû Hêzên Marine yên Amerîkî li bakurê Surîyê tên bi cîh kirin, dîyar kir ku ewê Reqa di çend hefteyan de rizgar bike.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hevalbenda sereke ya Amerîka ye ku ji Mijdarê ve tev li derdora Reqa operasyonan li dar dixin.

Berdevkê HSD’ê Talal Silo ji Reuters’ê re got ku ew hêvî dikin ku di çend hefteyan de Reqa bi temamî dorpêç bikin.

Berdevkê koalîsyonê John Dorrian jî da zanîn ku Hêzên Marine dê bi hêzên herêmî yên Sûrîyê – HSD û Koalîsyona Ereb ya Sûrî – re bixebite lê ewê li enîya şer cîh negire.

400 leşkerên nû yên Amerîkî tên

Jibo alîkarîya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bikin berê 500 leşkerên Amerîkî li Sûrîyê ne. Dorrian got ku 400 leşkerên nû jî tên, lê ew dê demkî li Sûrîyê bin.

Ji aliyê din ve, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşên ezmanî ya koalîsyonê de 8 ji wan zarok 3 sîvîil hatine kuştin. Koalîsyonê dîyar kir ku ew êrîşê vedikolin.

DAIŞ li Sûrîyê, bi Artêşa Sûrîyê ku Rûsya hevalbenda wê ye û bi serhildayên ku li bakur Tirkîye û li başûr jî Urdun alîkarîya wan dikin re jî şer dike.

Vê heftê, HSD kontrola rêya dawî ya di navber Dêrezor û Reqa bi dest xist û peywendîya çekdarên DAIŞ’ê yên li her du bajaran birî.

Dorian dîyar kir ku xebatên dorpêçkirina Reqa ‘’pir û pir xweş dom dikin’’ û dibe ku di çend hefteyan de bi temamî diqede.

‘’Paşê em dikarin biryara ketina nav Reqa bidin’’ Dorian bi telefonê ji Reuters’ê re got.

HSD'ê hêza Tirkan li Reqa nexwestîye

Hevkarîya Amerîka û YPG’ê, ji alîyê Tirkîyê ve dibe sedema daxuyanîyên nerazîbûnê ku ew dewlet wê wek baskên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne.

Tirkîyê hewil dida ku Amerîka di operasyona Reqa de bi hêzên wê û serhildayên ku piştgirîya wan dike re hevkarîyê bike.

Berdevkê HSD’ê Silo eşkere kir ku di civîneke ku meha borî li dar ketîye de wan ji Amerîka xwestîye ku Tirkîye di operasyona Reqa de cîh negire.

‘’Hêla Tirkan hêzeke dagirker e û nabe ku ew pirtir erdê Sûrîyê dagir bike.’’ Silo got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku Senator John McCain û karbidestên leşkerî yên Amerîka beşdarî civîna ku li bakurê Sûrîyê li dar ketîye bûne.

XS
SM
MD
LG