Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê Êrîşeke Xwekujî bi Kêmanî 40 Kesî Dikuje


Damascus, Syria
Damascus, Syria

Bi kêmanî 40 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn di êrîşa du kesên xwekuj de li Dîmeşqa paytexta Sûriyê, li gor raporteka Tilfizyona Menar a girêdayî gurûpa Hizbullah a Libnanî.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got êrîşê hin serdanerên Şîiî ji xwe re kirin armanc.

Tilfizyona Meyadîn a ku bingeh li Libnanê ye got êrîş pêk hat li nav basên veguhestina serdaneran bo goristana Bab el-Seghîr, ku yeke ji heft dergehên bajêr ên kevin.

Ajansa nûçeyan a Sûrî SANA got êrîşê kuştî li dû xwe hîştin, lê çi agahiyên berferhtir ranegihandin.

Wê got teqîn bi du bumbeyên terorîstan pêk hatibû.

XS
SM
MD
LG