Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajanseke Hosî:Jimara Kuştiyên Bumbebarana Bazareke Yemenê Digihe 22 Kesan


Hodeida, Yemen
Hodeida, Yemen

Li Yemenê ajanseke nûçeyan a serhildêrên Hosî radighîne ku jimara kuştiyên êrîşa esmanî ya koalisyona Erebistana Saudî ya doh Înê li rojavayê welêt bo 22 kesên sivîl bilinbd bû.

Ajansa SABA îro şemiyê ragihand ku 8 kes her wiha birîndar bûn di bumbebarana bazara Xoxa de li parêzgeha Hodeyda.

Ajansê got firokên şer li cihê bûyerê bo demekê firiyan û tirs belav kirin li nav kesên ku dixwestin biçin wir ji bo rizgarkirinê.

Lê ne diyar bû ta çi astê ev raport durust in.

Demekê berê ajansa Associated Press ragihand ku bi kêmanî 12 kesên sivîl hatine kuştin.

Tê zanîn, koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî di adara 2015an de dest bi helmetekê kir li dijî serhildêrên Hosî û wek piştgirî ji bo hikûmeta Yemenî, ku civaka navnetewî pênasînê pê dike.

Ta niha bêhtirî 10 hezar sivîl di şerê Yemenê de hatine kuştin.vvv

XS
SM
MD
LG