Lînkên eksesibilîtî

Hest û Helwest: Girjiyên Di Navbera Tirkiyê û Ewrupa de


Denîz Çevçî û Salih Cefer

Tirkiyê Rexneya Yekîtiya Ewrupî dike ji bo rawestana li aliyê Holenda di nakokiyên wan ên dîplomatîk de li dor helmata Tirkiyê ya referandomê li wir.

Di daxuyaniyekê de îro wezareta derve ya Tirkiyê got helwesta Yekîtiya Ewrupî dûr nabîne û çi nirx jêre nînin ji bo Tirkiyê û her wiha ew erdê ji bo tundrewan xweş dike.

Pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Holenda de bi awakî tund paşve çûn piştî bikaranîna Erdogan a gotina nazîzmê li axaftinên xwe de li dor Holenda û Almanya.

Sedemên têkçûna Pêwendiyan di navbera Tirkiyê û Ewrupa de çine û çima wiha bi awakî dramatîkî encam dan?

Bandora van girjiyên dawiyê dê çawabe li ser rewşa navxweyî ya herdû welatan û Ewrupa?

Dê çarenûsa rêkeftina koçberan di navbera Tirkiyê û Ewrupa de çawa be piştî van nakokiyan?

Tirkiyê ta kîjan astê dikare kerta penaberan bi giştî û yên Sûrî bi awakî taybet bikar bîne li dijî Ewrupa û çiqas Ewrupa metirsî hene di vê derbarê de?

Bernameya Hest û Helwest van pirsan û hin pirsên din şîrove dike li gel du mîvanan:

Denîz Çevçî, şîrovekarê Siyasî ku li Brêtanya dimîne û nivîskar Salih Cefer ku li Holenda dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG