Lînkên eksesibilîtî

Fermandarê DAIŞ'ê li Mûsilê ji Alîyê Hêzên Îraqî ve Hat Kuştin


Karbidestên Îraqî îro Sêşemê ragihand ku hêzên wan fermandarê DAIŞ’ê yê taxa Bajarê Kevn ya Mûsilê kuşt, di vê demê de ku şerê azadkirina wî bajarî didome.

Polîsên federalî qumandarê DAIŞ’ê Ebu Abdul Rahman el-Ensarî di dema paqijkirina taxa Bab el-Tob kuşt. Kuştina wî di vê rewşê de ji DAIŞ’ê re darbeke mezin e, jiber ku berê jî gelek fermandarên wê neçar man ku ji Mûsilê derkevin û deverên bin kontrola wê rêxistinê roj bi roj kêmtir dibin.

Piştî baranên boş yên do Duşemê ku rê li ber operasyonan jî girtibû, gelek sîvîlên nû karîbûn ji bajêr birevin û xwe bispêrin herêmên ewle.

Jêderên leşkerî didine zanîn ku piştî navbera dohî, pevçûnên gur îro Sêşmê jinûve destpê kirine, lê hebûna çekdarên dûravêj yên DAIŞ’ê pêşdeçûn wan hêdî dike.

Ji meha Cotmehê ya destpêbûna operasyona Mûsilê vir ve, hêzên Îraqî bi alîkarîya koalîsyona navnetewî karîne tevahîya rojhilata Mûsilê û 30 ji sedê rojavayê wê ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin.

XS
SM
MD
LG