Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson bi Karbidestên Çînî re Kom Dibe


Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di serdana xwe ya yekemîn de ji welatên Asyawê re, di îro Şemiyê de li Beijing ye û bi karbidestên bala yên Çînê re kom dibe.

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di serdana xwe ya yekemîn de ji welatên Asyawê re, di îro Şemiyê de li Beijing ye û bi karbidestên bala yên Çînê re kom dibe.

Tillerson di kombûna xwe de bi wezîrê derve yê çînî re Wang Yi re di îro Şemiyê de got, ku kêşeya Kûriya Bakûr di herêmê de di asta herî tirsîdare de ye.

Herwiha jî Tillerson anî ziman, ku wê herdû welat bi hev re kar bikin li dijî programa çekên navokî ya Kûriya Bakûr.

Pilana Tillerson ku sibê roja Yekşemê bi serokê çînê Xi Jinping (Şî Cîng Pîng) re kom bibe.

Wekû diyar dibe ku mijara serekî di serdana Tillerson de, programa navokî ya Kûriya Bakûr bû.

XS
SM
MD
LG