Wezîrê derve yê Almaniya Sigmar Gabriel dibêje, şensê Tirkiye bo tevlêbûna Yekîtiya Ewrupa gelekî kême.
Sigmar di hevpeyvîna xwe de bi rojnama heftana ya Almanî Der Spiegel re got : "Paşeroja Tirkiye bo endamtiya Yekîtiya Ewrupa dûr ketiye."
Wekû tê zanîn ku pêwendiyên Tirkiye û Almaniya ketine lawziyan de û kêşeyên diplomatîk di nav herdû aliyan de derketine holê, ji ber ku perlemana Almanî Tirkiye tewanbar kir bi komkujiya Ermenan û binav kir "cînosayd", û herwiha jî fişara Tirkiye li ser rikeberên wê yên siyasî li Tirkiye û li Almaniye.