Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşkerê Ser Polîsên Firokxana Orly li Frensa Hate Kuştin


Hikûmeta Frensî dibêje, kesê ku devança polîsê frensî li firokxaneya Orly revandibû û êrîşî polîsan kiribû di îro Şemiyê de 18'ê Adarê, hate kuştin.

Hikûmeta Frensî dibêje, kesê ku devança polîsê frensî li firokxaneya Orly revandibû û êrîşî polîsan kiribû di îro Şemiyê de 18'ê Adarê, hate kuştin.

Polîsê firokxanê gotin ku wan li nêzî 3,000 kes ji devara bûyerê dûrxistin û cihê wê valakirin.

Wezîrê hundr yê Frensa Bruno Le Roux got: "Ev kesa naskirî bû ji aliyê polîsan û ajansa ewlehiyê ve."

Ta nuha lêkolîn dibin di derbarî mebesta vê êrîşê de.

Ev cara çaremîne ku hêza Sentinelle ya taybet rastî êrîşan dibin ji aliyê kesên tundraw ve, ji dema ku ew hatiye damezrandin ji sala 2015an ve, bo parastina firokxane û cihên olî li Frensa piştî êrîşên terorîst li Frensa.

Ji ber vê bûyerê, geryana hin firokan hatin rawestandin û hin bi derengî ketine.

XS
SM
MD
LG