Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Paytextê Sûrîye Destpêkir, Piştî Serhldayan Bose liber Leşkerê Hikumetê Hati Vedan


Xelkê bajarê Dimeşqê dibêjin, şer dinav bera çekdarên opozisyon û hêzên hikumetê peydabû piştî çekdaran bose liber leşkerê hikumeta Sûrî hatî vedan.

Serhldayên Sûrî ragehandin, ewa Dû otombîlên bombkirî li demjmêr 5:20 spêde ya îro yekşemê li taxa Cuber ya Dimeşqê peqandin. Herwesa xelkê bajarî dan zanin, top û moşek li naverasta bajarî keftîn.

Balafirên hikumetê bersiv bi hijmareka êrîşan asmanî dan.

Acansa peyamên hikumeta Sûrîya ragehan, leşkerê Sûrîya bersiva çekdarên ser bi el-Qaîde ve dan, herwesa got, terorîst bi riya tunelan û bi şev derbasî bajar bûn û şer li taxên Qabûn û Cuber destpêkirin.

XS
SM
MD
LG