Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşkerê Frokexana Orly Dibêje Wî Dixwest bo Xudê Bimire


Karbidestên Frensa hişta kar dikin bo diyar kirina aya ew zelamê li frokexana Orly a Paris hatî koştîn ji xewve yan bi nexşe êrîş pêkanî.

Ziyad Ben Belqasim, li Frensa peydabûye û bi regez Tunisîye doh Şembiyê hate koştin piştî çeke polîseka jin lê wergirtî û li serserê wê dana û hete bihîstin digot, "ez dixwazim bo Xodê bimrim".

Goman liser Ziyad yê 39 salî hey ko peywendî bi komelên radîkal Îslamî ve hebe. Dozger Paris dibêje, Wa pêdiçe ewî niyaz hebû teqe li xelkê bikirba.

Polîsê Frensa li frokexanê teqe li bergomanî kir jiberî ew êrîşa xwe li frokexana qerebalix bike.

Karbidestên frokexana Orly daxistîn û ji rêving û karmendan vala kirin.

Polîsê Frensa heta niha aşkira nekiriye handerê çîbû lê dibêjin pişka dije teror kar liser vê boyerê dike.

XS
SM
MD
LG