Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mûsilê Vekolîn li Dor Kuştina Sivîlan Dibin


Koalisyona Navnetewî ya dijî Daişê li Îraqê vekolînan dike li dor hin êrîşên esmanî yên ku hin raportan gotibû wan bêhtirî 100 kesên sivîl kuştin li taxa Jidideh ya bajarê Mûsilê.

Daxuyaniya koalisyonê got wan dest bi nirxandineke fermî ya idîayên kuştina sivîlan kiriye. Wê her wiha got balafirên koalisyonê bi awakî berdewam êrîşî armancên Daiş dikin li wê taxê û pîvanên metirsiya ku ziyan bigihe sivîlan bi huşdarî didin berşavan.

Peyvdarê komandariya navendî ya Amerîka kolonêl John Thomas ji rojnameya New York Times re got leşker ne piştrastbûn eger teqîna li aliyên rojavayê Mûsilê ji aliyê erîşa esmanî ya koalisyonê ve bû, an ew encama bumbeyeka çekdarên Daişê bû.

Lê komandarê hêzên taybet ên Îraqî General Maan al-Saadî ji rojnameya Times re got ew baş dizane çi bû.

Wî got hêzên wî daxwaz ji koalisyonê kir ku êrîşî sekvanên Daiş bikin li ser banên sê malên taxê.

Saadî got hêzên wî nizanîbûn ku ew mal dagirtî ne ji xelkê sivîl.

Gurûpên sivîl û berpirsên çavdêriyê huşdariyê didin li dor bilindbûna ziyanên mirovahî bi sedema gurbûna êrîşên esmanî li Mûsilê.

XS
SM
MD
LG