Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misir Pevçûn Di Navbera Polîs û Qerbelixeke Dijî Mesîhiyan de Dibin


Polîsê Misrî gazên rondikrêj bikaranîn dijî qerbalixeke Misilmanên tengirî ku hewil didan êrîşî hin malên Mesîhî bikin li başûrê welêt.

Pevçûnên doh înê 4 polîs û 7 gundiyên misilman birîndar kirin. Polîs di van pevçûnan de 8 kes girtin.

Kêşeya navçeya Moheydat, li başûrê bajarê kevnar Luxor, destpêkir dema gundiyên misilman guman kirin ku keçeke nûgihştî ya Mesîhî ji aliyê malbata xwe ve hatiye girtin wek ceza ji ber ku ew bûbû misilman. Lê kesûnasên wê vê yekê red dikin.

Berê bûyerên wiha tundûtijiyên mirdar gurkirine û ziyan gihandine pêwendiya Misilman û Mesîhiyan ku rêjeya wan 10 ji sedî ye di nav 92 milyon xelkê Misrî de.

Mesîhiyên Misir gazinan dikin li dor neyeksaniya ku desthilatdar dikin di deheqê wan de, bi taybetî li gundên ku hêzên hikûmetê lê lawazin û Misilmanên radîkal bihêz in.

XS
SM
MD
LG