Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonî Li Warsoya Paytext Piştgiriya Yekîtiya Ewrupî Dikin


Bi hezaran Polonî tevlî rêveçûnekê dibin li Warso ya paytex, û bi hildana alên Polonya û Yekîtiya Ewrupî, piştgiriya xwe ji bo Yekîtiya Ewrupî nişan didin, di demekê de ku serkirdeyên Yekîtiyê li Roma kom dibin bi 60 saliya damezrandina rêkeftina Yekîtiyê.

Xwepêşandana Warso, ku di bin silogana “Ewrupa,Ez Ji te Hez Dikim " de birêve çû, ew her wiha redkirineke ji hikûmeta netewperest re li Warso.

Rexnegirên hikûmeta Polonî ditirsin ku helwestên dawî yên hikûmetê dê bihêlih dawiyê Polonya ji Yekîtiya Ewrupî derveke, lê hikûmet vê yekê red dike û dibêje derketina ji Yekîtiyê ne armanca wan e.

Serokê komsyona Ewrupî Jean-Claude Juncker di kombûna 27 endamên Yekîtiya Ewrupî de, got 60 saliya rêkeftina wan dîmena geşbîniyê diyar dike û dibe boneyekê ji bo guftûgoyên berfereh piştî derketina Birêtanya ji Yekîtiyê.

XS
SM
MD
LG